Tirşik - Profîl
tirşik-profîla serhednişîn

profîla "serhednişîn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilawer zeraq] de;

13. ez tu car fêm nakim ku çima kurd rika xwe ew qas dikutin nivîskar û kedkarên zimanê xwe. civata me civateke biçûk e, kêm-zêde hesabê ku li vir em dinivîsin jî jixwe ji komeke diyar ya kurdînûsan e. îcarê, tiştên ku hûn derheqê dilawer de dinivîsin, ez êşandim. min bi xwe tenê ji civatên kurdî û fuaran ew didît, bi min jî kesekî cidî xuya dikir. jixwe kesekî xwedan cidîyet e. lê piştî deman min ew hin ji dûr ve hin ji nêz ve nas kir. bi fikr û ramanên xwe bi paşxaneya xwe ya tijî hem ji nav gel hem ji rewşenbîrî bes bû ku ez jê hez bikim. hem ez jê hez nekim, bi nefreta ku hin kes dike çi bi dest dikeve? mêrik gelek pirtûk nivîsandiye û bi ser de jî ferhengeke qerase berhev kiriye û bûye kelemê çavê dijminan. bi fikrên xwe yên dij-kolonyal û helwesta xwe ya xwerû kurdewarî bes e ku em li ser kolkolîka xwe bigerînin. min li vir kêm nivîskarên tirkan dîtine ku rastî heqaretên bi vî rengî hatiye. bi min eyb e ku ev yek bê kirin. û herwiha rayedarên ferhengê jî divê li devê wan zimandirêjan hinkî miqate bin. ev der ne platformeke wisa ye ku em werin li vir gotinên ne baş di derheqê nivîskarên kurd de bikin.

em kurd berî her tiştî divê hîn bibim an jî lê bixebitin xwe hez bikin, yên ji xwe hez bikin. ev îlleta jî ji xwe ji kolonyalîstan me re bûye mîras. xwediyê her tiştê xwe derkevin, zêdegaviyê nekin.



18.03.2020 09:36 | serhednişîn