Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwebûn] de;

34. Rojnameyeke bênavûdeng e. dibêm qey ji sedî nod (%95) xelkê bakur pê nehesiyane. Mirov vê rojnameyê bi çapkirî bi dest naxe. Ne ku çap nabe. Qasî ez zanim, li paş çiyayê qaf, bi hejmareke komîk û kêmik be jî didin çapkirinê. Gavekê min daxwaza abonetî ji wan re şand lê bersiv nehat.

Esil Malpereke wê ya xweşik li înternetê heye (https://xwebun1.org). Ji ber nûçeyên wê yên kurt-nivîs ên ji çend paragrafên biçûk pêk tên, xwendina malperê ne zehmet e. bo çavlêgerandina rojevê mirov dikare bi rojane têkevê. mîna ku ka kurd û dinya vê dawiyê çi rêx belav dikin (tim nûçeyên neyînî). Ji bilî nûçeyan, nivîs û vîdyoyên çandî, dîrokî, yanê xebatên kovargeriyê jî pêk tînin.



06.04.2022 14:24 ~2023.09.02 23:12 | mirovekirind

31. rojnameya çend roj e malpera wê venabe. qey hatiye girtin.



02.02.2022 09:14 | mirovekirind

24. rojname Jixwe têra xwe nahê çapkirin û belavkirin. îcar malpera wê jî nahê xwendin. ha hoo! min got serê sibê çend nûçe jê bixwînim, heya min hevpeyvîna bi zimannas reşo zîlan re qedand ("Xwendina pêşîn divê bi kurdî be"), bataryaya kombersa min jî ji sedî bîst an bîst û pênc (%20-25) qedya çû. hişyariyek xuya bû: "This webpage is using significant energy. Closing it may improve the responsiveness of your Mac"

ji emrê kombersê xwar. min dixwest çend nûçeyên din jî bixwînim, dû re min dev jê berda. ev hişyarî zû bi zû li malperên din dernakeve. ewên din nizanim lê li ser safari ya macbookê nahê xwendin. axir xwendina rojnameya xwebûnê boha ye. bi çapkirî bi dest nakeve, bi online jî bi pirsgirêka enerjîyê derdikeve holê. aniha hat bîra min, di havînê da makîna pir germ dibû qet nedihat xwendin.

min digot li ser hevpeyvînê binivîsim, wext nema. enerjîya min çû ser pirsgirêkan. ez vê yekê jî bêjim, pir kêfa min bi font û reng û hûrgilîyên malperê tê. wekî mînak, gava tu hevokek ji malperê hildibijêrî ji bo kopya bikî, tîpên reş dibin spî, dora wan dibe sor. sorê xwebûnê. maşalah!



26.12.2020 13:36 ~2021.11.10 13:18 | mirovekirind

23. rojnameya bi kurmancî ku di malpera pirtukakurdi.comê da nahê firotin. hejmarên kevin yên newepelê jî nafiroşin. ma pir zor e?

wekî din, pir kêfam ji vê rojnameyê ra hat. ser xêrê be! nebûna wê valahîyeka pir mezin bû. kurdên ku nikarin bi kurmancî bixwînin belkî ji vir ve hebkî ji xwe fedî bikin û bibêjin "rojname heye lê em nikarin bixwînin."



06.12.2020 20:13 | mirovekirind