Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [play dead] de;

2. muzîka Björkê ku cara ewil di kovarekê de rastî navê wê hatime.

kovareke jinan, niza'm cosmopolitan bû, vogue bû, çi bû. êvara havînê li sala 2007an di kafeyekê de, di nav rûpelan de diçûm û dihatim, çav lê ketim ku di rûpelekê de qala astrolojiyê dikir û bo bircên zodyakê pêşniyara stranan nivîsîbûn. strana ku ji bo birca min pêşniyar dikir, ev stran bû: play dead. digot ji filan sedeman, wê tesîr li cêwiyan bike. min xwe negirt, di vê êvarê de ez rabûm çûm înternet kafeyekê. best of Björk û gelek albûman li kombersê barkirî hebûn. wê çaxê li înternet kafeyan arşîvên muzîkê hebûn. herçi ku di berê de min vê stranbêjê û çend stran û vîdeo klîbên wê dizanî, min vê stranê guhdarî nekiribû.

wê şevê ez aşiqê vê muzîkê bûbûm. te dê bigota qey bo min hatiye çêkirin.



24.06.2023 02:00 | mirovekirind