Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çemên kurdistanê] de;

29. ên herî mezin, dîcle û ferat, di romana mehmed uzunî de, bi navên xwe ên temsîlî, tên sêwirandin.

Di welatê çiyan de du çem hene. du çemên fireh, kûr û dirêj. du çemên navdar ên hemû herêmê. du çemên kevnar ku di ders û tarîxên însaniyetê de jî qala wan dibe. navê yekî çemê rojhilatê ye, navê yê din çemê rojava. Belê, yek di zikê rojhilatê welêt de dizê û ber bi aliyê jêr ê welêt dibe. yê din jî ji rojavayê welêt dizê û ber bi jêr dibe. herdu jî, bi çiv, bi fetl û fetloke, di zikê welêt de digerin, di nav çiya û geliyan re diherikin, dar, dahl û daristan li pey xwe dihêlin û li aliyê jêr ê welêt digihîjin hevdu. qedera herdu çeman li jêrî welêt dibe yek. herdu çemên boş li jêrî welêt, di beriyeke bêserî de dibin, aveke bêpayan mîna deryan.
çemên rojhilat û rojava. û qedera wan.
baz û kevok. û qedera wan.
...


ronî mîna evînê tarî mîna mirinê, beşa 10. xwîn, r 218.



16.05.2021 15:11 | mirovekirind