Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [urban dictionary] de;

4. ferhengeke olnaylon e ku di dema berê berê de tê diketimê bo ka li ser filan tiştî dibêjin çi. belkî deh sal e rêya'm jê qut bûye. malpereke bi îngilîzî û baş bû bo slang (gotinên kolankî) û gotinên rap musicê.

ji bo hin peyv û gotinên di ferhgengan de peyda nabin mirov tê dikeve. bi xwendina wan mijaran wateya wan di hişê mirov de zelal dibe. li aliyê din jî, pir caran rastî pênaseyên bê îsabet hatime ku ew jî kêmasiya wê ferhengê bû. wê demê bi min wer dihat, gelek nivîskarên urban dictionaryê wateya peyvan ji qûna xwe ve derdixin. çima? ê di bin mijaran de ji çepikan bêhtir reşik hebûn. min meyze dikir yekî tiştek nivîsiye, ên din reşik lê rijandine. te digot qey bi dehan heval.js hene. yanî piraniya dengdaran pênaseyê erê nekirine. belkî nivîskarên ferhengê ji welatên cuda cuda bûn loma: dya, uk, awistralya, hwd. êdî nizanim. tirşik.net li ku, urban dictionary li ku!? tirşikê pê nadim.



23.03.2024 01:11 | mirovekirind