Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kapîtal manga] de;

2. li înternetê tê firotin. birayê min vê pirtûkê ji stenbolê anîbû û hat dîyarî min kir. helal jê ra! biratî were ye. heta vê rojê haya min ji xêzeromanên bi kurdî tunebû.



08.03.2018 01:29 ~2019.10.04 00:35 | mirovekirind

1. xêzeromaneka japonî ye, bi gotinekî din manga ye. li stenbolê di sala 2011ê da, ji alîyê weşanxaneya yordam kitapê ve bi kurdî hatîye weşandin. samî tan vê pirtûkê ji tirkî wergerandîye kurdî.

di vê xêzeromanê da robînê penîrfiroş û serpêhatîya wî tê qalkirin.

navê japonî ya vê pirtûkê "şihon-ron" e. pêşîn li japonyayê di sala 2008an da, piştra li stenbolê bi tirkî (2009) û bi kurdî (2011) ji alîyê yordam kitapê vê hatîye weşandin.



08.03.2018 01:13 ~2023.03.31 18:37 | mirovekirind