Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meu pé de laranja lima] de;

1. pirtûka herî navdar ya josé mauro de vasconcelosî ye. roman e. cara ewil di sala 1968an da li brezîlyayê hatîye çapkirin. li îngilistanê bi navê my sweet orange tree û li tirkiyeyê bi navê şeker portakalı hatîye çapkirin.

zeze, lehengê romanê, kurekî bi 5-6 salî ye. zeze bi dê û bav û niza'm çend xwişk û bira, wek malbateka kurd qerebalix, li são pauloyê dijîn. rewşa wan ya aborî xirab e. bes, ez zêde di der barê naveroka romanê da mebêjim!

bi ya min romanekî pir biserketî û wekî din pir zêde jî giran e. gava min romana mem û zînê (bnr: ronî war) xwendibû, dilê'm ewqasî neşewitîbû.

me go roman binivîse heyra, me nego reha dilê me biqetîne



07.04.2018 14:45 ~2019.08.13 23:06 | mirovekirind