Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [balıkçıl balık meyhanesi] de;

1. li navenda marmarîsê di nav kolaneke teng da meyxaneka mêvanperwer e. cihê wî pirr baş e. ji deng û mirovan hindikek dûr e.

korhan, xwediyê meyxaneyê, ji me ra qenc bû. ji hatin heta çûyinê baş xizmeta me kir. masî û axtepot baş dizanin bibirêjin. berxwarinên wan bi cure cure, teze û tahmxweş bû.

di teyfikeka piçûk da li cem firingî û xiyar penîr bû. bi ser da rûnê zeytûn. mama mia min got : ) bi dawîya şevê ez bûm sermest. ne ji eraqê, ji tahma xwarinê û suhbetê ku bi hevalên kevn ra hat kirin. hemû xweşitî û kêfxweşbûnê ez kirim gêjovêjo.



27.04.2018 00:12 ~2024.04.01 23:39 | mirovekirind