Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nan, zebeş û penîr] de;

2. xwarinê diyarbekirê ye ku porsîyona min a "nan, zebeş û penîr" di zarokatiya min de aniye bîra min.

nan: bi nîvî - nanê me li malê qet nediqediya, xwedê neqedîne! ku biqediya em (zarok) diçûn firrinê, 3 heb, 4 heb nan digirt û dihatin malê. ji nan zêdetir tişkî tunebû. niha jî nan pir e. lê tama wan ne wekî berê ye.

penîr: çiqas li para min bikeve, evqas bû - min hindik bi hindik dixwar. bi ser de, min devê xwe yên devşorbe, heya bibe guppe bi zebeş tije dikir. hîna jî penîr bi mîsqalekî dixwim.

zebeş: heya ez têr bim / heya em wê biqedînin - me, hemû bajar (diyarbekir), dixwar û dixwar lê zebeş nediqediya, xwedê neqedîne!

li derve gere meriv loqenteyek bi navê "mitbexa amedê" veke û di lîsteya xwarinê de hemû xwarinên diyarbekirê yên binavûdeng bicîh bin û li aliyekî de eviya jî binivîse: "nan, zebeş û penîr"



24.11.2018 02:19 ~2019.03.21 13:08 | mirovekirind