Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li îngilistanê jinên ku bê sol digerin] de;

1. Bûyerekî seksî ye. Bi herî kêm du-sê car min dîtîye.

Jinên îngilîz di havînê da di rê da diherin û bi carekî da radiwestin û disekinin. Tu dibêjî ka çi qewimî? Jinek li ber te, qama xwe ya zirav û dirêj ya wek dara biyê ditewîne û xwe xwar dike da destê xwe bigihîne solên xwe. Sol derdixe, pêl erdê dike, cotê solan di dest da, berdewam dike û dimeşe.

Û her car ku min dît, Di nav kêfxweşîyê da vê yekê dikin. Bi rastî jî tiştekî temaşe ye. Dilê meriv diçe û meriv ji xwe dipirse, "ez çima bi solan digerim?" Bi rastî jî Erdê wan, kuçe û kolanên wan ewqas paqij bû (brighton, 12 sal berê), meriv karîbû li erdê raze.



01.12.2019 15:17 ~2022.01.10 22:24 | mirovekirind