Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [don't be the creepy guy in the bushes] de;

1. li almanyayê di nav projeyekê da em li baxçeyê bûn. hevalekî leton (navê wî îgor bû û yekî bejnkurt bû) ji xortekî lîtwan ra ku li baxçeyê hebkî ji me hemûyan dûr ketibû (yekî şermok bû û pir hindik qise dikir) nêzî dar û daristanan mabû, gotibû: "hey come over here, don't be the creepy guy in the bushes!" em gişt li ser kursîyan rûniştibûn û ez ji kenan zik û pişt bûm, hindik mabû ez biketama erdê. hevalên min yên li cem min fam nekir ka bi min çer bû.

pir komîk bû, ji ber ku çend rojan ev xortê lîtwan bi kovîbûn û nepeyvokbûna xwe ve bala min dikişand. bi tevgerên xwe yên hevnegirtî û berçavka xwe, rebenê xwedê bi vê halê xwe yê original her diket ber çavên min. lê min nekarî dîtina xwe bidim der an jî henekek bikim. îgor bi yek gotineka xwe pir tiştan carekî da anî ziman. hin kurikên lîtwan hebkî ecêb in, tu dê bêjî qey derûnîya wan bizede ye.



01.02.2020 00:38 ~01:48 | mirovekirind