Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku di zarokatîya ciwanên kurd de hebû] de;

8. berî serjêkirinê, elokek di hemama malê da bi çend roj bi me ra dijî.
roja pêşî (1) wekî mêvanek bû. em, hebkî bi ecêbmayî, hebkî bitirs, çavbeloq di ber derîyê hemamê ra diçûn û dihatin.
roja duyem (2) dibû wekî hevalekî me. em diçûn dihatin derîyê hemamê vedikirin û heywanê reben ditirsiya, deng dikir (bnr: dengê elokan) : ) kêfa me pê dihat. dêya min tim digot "heywan heyf in, zimanê wan tuneye derdên xwe bibêjin". me gotina dêya xwe dikir. me zilm lê nedikir. em ne ji gedeyên tercalan bûn.
roja sêyem (3) dibû endamekî malê. sibehê te bixêr şamlî! xwedî rehetî bide elelok!
roja çarem (4) ser jê dikirin. gunehê me pê dihat. û bi êvarê dibû xwarina malê.
roja pêncem (5) hemam bêdeng, bê kes. qey yekî me terikandibû. li malê bêdengîyek, di hemanê da valahîyek diqewimî. derîyê hemamê vedikim... hew dîmena wî tê ber çavên min.



10.02.2021 00:57 ~01:00 | mirovekirind