Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di taştê de xwarina mast] de;

7. Qeymax xweş girtibe, bavê min li ser wî dimire. Dêya min bi hefteyane ji bo malê çêbike jî mastê malê yê bi qeymax her ro û di her taştiyê de nabe qismeta mirov. Ew jî gotinê dêya min e: nan û mast taştiya rast, nan û dew taştiya derew

Heşayî tirşikê, li taştiyê dilê'm kêm caran diçe tiştên tirş. Mast tirşa wî kêm be û heta heta piçikekî şîrîn be ez bêhtir jê hez dikim. Bi taybetî di taştiyê de, Ma ne? Ya rast mirov ji mastî hez bike, hema hema her xwarin pê re xweş e. Ên şîrîn û ên şor. Mînaka xwarinên şîrîn: Ji bo xatirê qeymaxa di ser serê mastê tîr de, kevçiyekî hingiv ku li ser wî hatiye gerandin... di vî tariya şevê de haho. ev mijar ji ku hat?!



15.03.2024 23:55 | mirovekirind