Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [choices from my heart] de;

1. pirtûka jinikeke (/Nivîskareke) îrlandî ye. di vê pirtûka xwe de ku dikeve cûreya bîranînê, çawa qansêrê derbas kiriye, çawa biser ketiye qal dike. digel hişyariyên doktorê, çawa zarokeke din aniye dinê, dîsa jî xwe ji qansêrê pak kiriye, xwe jê filitandiye, qal dike.

ji ber ku ne nivîseke edebî ye û jinik jixwe hunera wê ya nivîskariyê ji berê de jî nîn e, hevokên wê tev basît in. texmîn dikim edîtoreke wê ya gelek baş hebû loma kariye ji xêra edîtorê pirtûkeke birêkûpêk binivîse. zimanê wê hebkî mîna ewk e, wekî ku jinik li ber te rûne û bi devkî çîroka xwe ji te re vebêje. bi gotineke din, nivîskar bêhtir zimanê rojane bikar tîne.

ji dil pêşniyar dikim bo kesên di warê tendirûstiyê de xwendevanî dikin an dixebitin. binêrin: ferhenga şikiyayî, xwelîser û helbet simurg pêncî û şêst. û tirşikvanên din… û helbet tev hevalîşkoyên hello kitty.



18.12.2021 10:14 ~2021.12.20 11:22 | mirovekirind