Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gastro tîre] de;

1. Ji navê wê diyar e, mekaneke xwarin/vexwarinê li navçeya Îzmîrê li tîreyê ye. Ji navenda tîreyê hebkî wê de, di nav gundeke biçûk a daristanî de xwaringeheke bajarî (restaurant) ava kiriye “şef serkan”.

Min xwe negirt û çûm. aferinek j’min stendin. Bravo! bi Qayîdeya xwe ya çêkirina xwarinên xwe yên ji malzemeyên teze û yên xwemalî di mitbexê de, ew mekan wek mekaneke bingehîn lazim e Bo şênbûna çanda gastronomîyê. Eyn wek texmîna min derket. ji şerabê bigire ta Zeyta zeytûnê, krema, nan, sebze û hema bibêje her cure xwirak, û xwarinên ku ji wan hatine çêkirin tamxweş, tipûteze û serkeftî bûn. Bi her xwarinên ji me re anîn Malzeme li hev anîbûne. her xwarin bi eyareke ji standardê bilind (hebkî bilind) amade kiribûne. tiştên min tam kir hemî xweş bûn.

ka xwarinên kurdan? Ka mekanên amedî?
nan, zebeş û penîr/108778



16.02.2022 19:06 ~2022.02.17 18:08 | mirovekirind