Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çaya ji pelên serwê] de;

1. çayeke xweş e. ji pelên dara serwê çê dibe. (bnr: dara serwê)

pêşniyara min e bo kesên kezeba wan ji çaya reş reş bûne. ewil min ji xwe re çê kir. dû re li înternetê ez lê geriyam: belê, çay jê çê dibe *

- Pelê dara serwê qasî nîvî tilîyekî
- pelê dara rosemary (biberiye) qasî tilîyekî
- hingivê çamê

pelan xist nav ava kelandî ya 150-200 ml di qedehê de. bi 4-5 deqeyan serê qedehê girtî hişt. Dû re min pel jê derxist, avêt. Bi vî awayî tê vexwarin. Min mîsqaleke hingiva çamê di nav de heland. Pir bi min xweş hat. Noşî can be!

têbinî:
(1) pelên teze li meha nîsan û gulanê berhev bikin.
(2) ava bi kirêc bo çêkirina vexwirakan ne guncaw e. aveke zelal û paqij a ji kaniyan be çêtir e.
(3) çayeke ne berbelav e, loma zêde venexwin!



06.05.2022 11:42 | mirovekirind