Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêrikê kurmanc] de;

1. li gor vebêjerê romana şampazê, cureyekî zilam e ku cira wî ne xweş e. (bnr: cirnexweş) di nav gelek rûpelên pirtûkê de xwîner rastî gelek tesbîtan ên li ser ehlaqa mêrikê kurmanc tê.

Zilamê kurmanc Wextê ku jina wî lê neyê dibêje dê jinik bi hawe maweyekî bimire û ez ê jê xelas bibim (r 52).

Cira mêrikê kurmanc ne xweş e xelkê digot, em jina xwe jî bidin dewletê, em tivinga xwe nadinê (r 80).

Mêrikê kurmanc ji ber wê quretîya xwe ya pîs û pûç û vala, wextê ku di karekî de bi ser nekeve, ilhez ji xwe ra belayekê çêdike (r 138).

Mêrikê kurmanc nizane peyvan veşêre (r 142).

Mêrikê kurmanc dikare ruhê xwe li ser jinikê bike (r 161).



07.09.2023 20:16 ~2024.03.25 14:24 | mirovekirind