Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tim] de;

1. herdem, hergav, hertim. mîna tu bibêjî "pîrika min tim ji me re digot, her teyr bi refê xwe ra"

wateyeke wê ya din li ba dêya min heye ku li ferhengan peyda nabe.
(bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)

– Tu bixêr hatî.
+ Nav xêrê de bî.
– Te got "ez ê pêncşemê werim". Tu zû hatî?
+ Erê. Bo dîtina hevalekî hatibûm van deran. Min got ez tim hatime vî alî, te jî bibînim.
– Te baş kir. min jî tirşik dabû ser. Nû çêbû. Were rûne.

Li vir bi wateya mademê hatiye bikaranîn.



16.03.2024 18:20 | mirovekirind