Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mişk û mirov] de;

4. xelatgirê nobelê yê 1962an john steinbeck, yek ji nivîskarên cîhanê yê bi nav û deng û xwediyê cihekî bi rûmet e. herçiqas ew bêtir bi romana xwe the grapes of wrath (tiriyên xezebê) di nava xwendevanên kurd de tê nasin jî, lê bêtir vê romana wî of mice and men "mişk û mirov" ew kiriye xwediyê cihekî bilind û navekî gerdûnî.



mişk û mirov di derheqa du karkerên çiftlikan; georgeê hûrik û biaqil û lennieê girs û kêmaqil de ye. herdu heval ji hev naqetin, ew mîna goşt û neynûkê bi hev ve ne, her tistên xwe bi hev re parve dikin, heta ew şirîkên xewn û xeyalên hev in jî. ev romana kurt, wêneyekî jiyana karkeran yên emerîkaya salên sihî radixe ber çavan.



19.03.2015 19:12 | remlavêj