Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêja hûner

profîla "hêja hûner"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îkselîl îksemgîn] de;

7. mijara ku birêz şorbevan tê de behsa mehmed şêxo kiriye û gotiye tobe tobe lê ez tiştekî lê zêde bikim.



min nivîsek bi serenava "peşbirkeya şêxê kal û şêxê zirav" nivîsî bû û malpera ku ez tê de dinivîsim parve kiribû. lê gava min dibistanê lê nêrî mn dît ku ev nivîs ji aliyê "Millî Eğitimê" hatiye asteng kirin *



her wiha ez ewil mam ecêmayî dema min baş li peyvên lînka nivîsê nêrî min dît ku lînk wiha xuya dike "pesbirkeya-sexe-kal-u-sexe-zirav" wê demê mn mesele fêm kir. lê ez çibikim niha ew nîvîsa min rasta sansurê hatiye û nayê xwendin *



malperên înternetê bi ingîlîzî lînkan kurt dikin tîpa "x" di vir de bela ye *



03.05.2015 12:52 | hêja hûner

1. bilêvkirina ji aliyê dozgereke DGMê ya navê hunermendê mezin û rêzdar Xelîl Xemgîn e.



sal 2000

dema ez hatîm binçavkirin di (bnr: wolkmen) a min de kaseta Xelîl Xemgîn jî hatibû girtin. Dema ez derxistim hemberê dozger wî bi vê hevokê ez tewambar kirim:



"Senîn wolkmande îkselîl îksemgîn'in kasetî bulunmuş. Bu kaset Van Valîlîxî'nin emrî île yasaklanmiş bîr kaset! Bunu nereden temîn ettîn terôrîstler mî verdî?"



26.04.2015 21:55 | hêja hûner