Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêja hûner

profîla "hêja hûner"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kuleka kafiran] de;

1. Navê ciyekî li gundê Eynê ya girêdayî dihê ye.



Jê re kuleka tê gotin lê ne wek kulekan e ji ber ku ne kun e. Bi tehtekî bilind ve wekî ku ciyek hatibe qewartin xuya dike.



Tê gotin ku ev cî ji aliyê ermenên file/kafir ve hatiye çêkirîn û derekî bi tilsim e. Gava mirov berê xwe bide vê kulekê û bide li qêran ji vê kulekê dengê mirov wekî dengê yekî din tê guhartin û bi şiklî deng vedidê.



Hinek kes jî dibêjin di pişta vê kuleka ji tehtê pêk hatî de gelek zêr hene. Û vê jî li ser zêde dikin ku dewlet bi tangan ji bo wan zêran top berdaye kuleka kafiran lê kulek venebûye û wek xwe maye. Ew kulek enceq ji kesê xwediyê xwe re vedibe..



11.01.2016 04:07 | hêja hûner