Tirşik - Profîl
tirşik-profîla şêxê bêserî

profîla "şêxê bêserî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [etar] de;

5. yano çerçî. çerçîyên gundê me ne yek û ne dudu bûn. hin siwar bûn hin peya bûn. xalê selîm hebû jê re digotin selo pirço wisa pirça canê wî ji nav îşlikê wî difirya. peya bû heqîba xwe dida pişta xwe û mal bi mal digerya. tiştik û xiştikên pirr qelîtelî digerandin xelk gelek tiştan jê dikirîn heta carinan sîparîşan jî digirt. yekî din jî lawê zihad bû. ev kedkara siwar bû, hespa wî ya feqîr ereboka jihevdeketî li dû xwe kaş dikir gund bi gund. lawê zihad dema ji jêrî gund de diket nava gund bi dengê hêl ba dikir digot pîrêê pîrêêê... pîrê serê xwe di ser bendê re bilind dikir digot quzê pîrêêê...mala nezîr çerçîyên modern bûn; bi transîtê digeryan. bayroyê kwer û hesîm jî çerçîyên zaroktîya me bûn.



16.07.2015 03:09 | şêxê bêserî