Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zazacî] de;

9. li ser vana min wê rojê hîkayetek bihîst. Hîkayet ev e:

dibêjin rojekê li eskerîya Tirkîyê da tirk û kurd hev hatine cudakirin, qomûtanan gotine bila tirk derbasê vî alîyî, kurd jî derbasê wî alîyî bin.
her kesekî derbasê alîyê xwe bûye lê du-sê hev wek elokan ortê da mane.
qomûtan gotiye hûn çima di ortê de man?
wana gotiye "qomûtan em kurd nîn in Zaza ne"
qomûtan gotiye "bicehimin herin nava Kurdan".

bi destê zorê ewnana ovîtine nava Kurdan.

yanî ew ên zazacî xwe bidirînin jî kes nekurdbûna wana qebûl nake. Heta tirk jî.
boşê ra xwe avê nexin ha *



31.07.2017 15:38 | bûtîmar

8. îmana min ji wana diçe.
patronê min ê berê jî wisa bû. Ewî pirî propoxaniya akpê kir idî ewî îmana me biribû.
Dawiyê da min gotineke giran netika wî va zeliqandibû paşê xwe kerr kiribû..

Êja ku carîk careke din nedigo yooğ ben araştirmîşim, elımde de sağlam qaynaxlar war, Zazalar kurd degîldır (naa min lêkolîn kiriye, destê min da çavkaniyên zexim hene, Zaza kurd nîn in) bi kerba lerzeke sar dikete nav hestîyê min.

qet tehemûla min ji van kesana ra tineye.
Gelemperî kesên çûr in û pozên wana mezin in..



31.07.2017 15:31 | bûtîmar