1. helbesteke (bnr: mele ebdullahê teraşî) ye
esîrê qeydê
Esîrê qeydê ez im
Girtiyê seydê ez im
Zerdeştî bîdê ez im
Talibê feyzê ez im
A di mekr û keydê tu yî
Nade ruweydê tu yî
A tîr di eydê tu yî
Davêtî seydê tu yî
Ê dil birîndar ez im
Aşiqê dildar ez im
Gestiyê reşmar ez im
Xelîdê bê mal ez im
A dest vemiştî tu yî
A xelq dikuştî tu yî
Li erdê dihiştî tu yî
A dil dişûştî tu yî
Destmala destan ez im
Ê di bendî bostan ez im
Dayîm zivistan ez im
Serbestê dostan ez im
Newra biharê tu yî
Neqşa nîgarê tu yî
Sêva li darê tu yî
A bi şerm û arê tu yî
Ahmedê şettan ez im
Kulîlka xortan ez im
Ê dil bi tertan ez im
Kerê bi kurtan ez im
A bi qina û perdan tu yî
Dermana derdan tu yî
Xwediya kemendan tu yî
A kirime zîndan tu yî
Ê nab Ebdullah ez im
Ê dibê ya Allah ez im
Sewdayê mellah ez im
Kevirê der şella ez im.
Mele Ebdullahê Teraşî
Têbinî: Muzîka vê helbestê jî, ji aliyê Şêx Mîsbahê Silîvî ve hatiye çêkirin
|