Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meha gîhadirûnê] de;

1. bîstê hezîranê da an jî serê tîrmehê destpê dike û anegorê hejmar û jêhatîbûna pale, tirpankêş, serhonazîyan û şeklê zeviyan 15 roj - 40 roj dikşîne.

ev du sal e gîhadirûn dikeve waxtê meha remezanê.
di binê wê tava kevirpêj de piraniyê paleyan nikarin rojiyên xwe bigrin..
mafdar in law, 11-12 saet di binê wê germê da giha didirûn..

îsal li serhedê berf zev barî/dibare û zivistan jî dijwar derbas dibe. Lê zivistanê çiqas berf bibare, havînê ewqas giha zêde dibe. Eger giha zêde bibe, zivistana din debarê heywanan jî zêde dibe ➡ şîr, penêr, toraq, keşk jî zêde dibe..


Lê evqas zivistan bese yaw!
min bîra (bêriya) meha gîhadirûnê û dengê çirçirkan kiriye.



13.02.2017 21:24 | bûtîmar