Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çemê mûradê] de;

1. çemê ku li eledaxê dest pê dike, heta benda kevanê diçe. bejna wî 600 km ye.
li cem me tê gotin, vî çemî berê zev can standîye. Yanî zev kes tê da xeriqîne.
Herwisa tê gotin, di serhildanên Agirî de xwîn herikî ye..

rêwîtiya navbera agirî û dutaxê da, aliyê rastê da dimîne.
biharê jî, zivistanê jî dîmenên xweş dide..
lê helbet biharê zev xaş e..

navbera agirî - dutaxê zehv cîhekî asê ye.
meriv dibêje qey gelî va çiya, yê li ser meriv da hirşê.. rê jî helbet li qeraxa çemê mûradê hatiye çêkirin.
wira da rê û çem, wek du merên hev hembêzkirî ne..

di rûpela çandnameyê da weke çîrokan behsa bejn û bala çemê mûradê kirine.
Kerem kin:

Here lînkê



18.11.2017 02:03 | bûtîmar