Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi teraliyê zengarî nebin bi xebatê kevin bibin] de;

1. gotin û şîreteke kal, pîr û pêşiyên Kurdan e.
lê kurd çiqas li vê gotinê xwedî derdikevin? divê meriv li ser vê mijarê munaqeşe bike.
Esas bawer dikim ne gereke ku meriv munaqeşe jî bike.. ji ber ku, tembelî û teraliya me li ber çavan e.
em ne xwediyê dozeke tam in, ne jî xwediyê Xebateke Kemal in.. yên ku bona miletê me dixebitin jî tenê ne.
dewreke wisa pîs e ev dewr, êdî gelek kes nawêrin heta xebatên çandî û hunerî jî bikin.

erê , helbet dewr dijwar e, lê li ber zehna min, dewr çiqas dijwar be divê em jî ewqas bixebitin, li ber xwe bidin, qewlê gotine helbestkarekî, li meytevan, di dersan de, di sikakan de, li her derî tifê rûyê zalim û dagirkeran bikin.
ev tif kirin, ne tiflirina rastî ye. Jixwe heyfa tûka me ye ku em tûyê rûyê wan ê qirêj î pîs bikin.
em ê bi zimanê xwe , bi çanda xwe , bi xwedîderketina doza mafê xwe va, hine caran bi peyvekî va, hine caran bi stranekî va, hine caran xwendin û pêşketina xwe va hine caran jî mezindkirina nifşekê kurdewar û xwezan û baş û pêşketî va tifê rûyê wan bikin.
wê çaxê , em ê zengara/zenga li ser xwe bavêjin û polaya me a paqij û serkeftî yê derê holê.
Mîna hespên ji pola û risas li, meydanên cengê da, li hemberî neyaran, em zexm û bilind bin..

xebat, xwendin, pêşketin û aqil va..



29.01.2018 16:10 | bûtîmar