Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kerro mina hero] de;

1. Biwêjek e.
Bona kesên ku ti carî aqil nabin û her carî eynî xetayan dikin tê gotin.

Hero : li serhedê ji bona her+roj = heroj ê tê gotin.

mînak

- cara pêşiyê min got hesen, birê bavê min, perê xu deynî nede kesî. Nebêje filankes heval e bêvankes dost e nizam çî ye. Haa Eger ku tê îllaqim bidî jî baş bifikire. Kalikê min hema siv negotiye nanê xu nexine hebana hevala paşê pey negerin. Lê, boşê ra negotiye mêrik dêmek tiştê wisa hatine serê wî.

- êê ka ewî dîsa xeberdana te nekirîye? Çûye çarsud lîra pere deynî daye weho niha jî pey ketiye dike nake mêrik perê wî nadê.

- erê ka idî ez çi bikim kerro mîna hero.



20.05.2020 14:15 | bûtîmar