Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûtîmar] de;

29. ez im.
bûtîmar, maxlasa min a nû ye.
idî ez ê bi vî navî dewam kim *



15.12.2020 19:25 ~22:32 | bûtîmar

26. nivîskarê tirşikê yê ku zehv meraq dike da ku kîjan mijara wî şaş û nehewce ye û kîjan entrya wî li dijî formatê ye.

û herwiha navbera wî û formata tirsikê jî pir baş e.
formata tirşikê wek makezagonekî di bêrîka xwe da digerîne.

ya sisêyan, zane ku yê di kîjan mijarê da kîjan naverokê va binivîse jî.
herwiha zarokek nîn e û merivekî têra xwe kamil e jî.

dibe ku mijareke min xaşa hinekan neçûbe lê nayê wê maneyê ku mijara min bêfeyde ye.
herkes dikare di vir da behsa her mijarê jî bike.



21.05.2020 00:57 ~01:15 | bûtîmar

23. tirşikvanê ku gumgumok du meh ewil gazî kiirbûyê û gotibûyê vegere malê *
ev nivîskarê hanê her zemanî li van dera ye lê rast e weke berê xîret nake binivîsie.. dibe ku gotinên wî ber bi xilasbûnê bin, dibe ku kelecana xwe inda kiribe dibe...

wext her tiştî diguherîne mixabin..



03.04.2020 17:54 ~17:55 | bûtîmar

20. neçûye ti cîyî * bes hinekî zêde mijûl e lê ti car tirşîkê bîr nake. Ji ber ku tirsik.net dilêşiya wî a pêşîn e *



01.12.2019 12:17 | bûtîmar

14. van roja dîno mîno bûye.
dixaze bela xwe li her kesî xe.
qarşê nebin *



01.12.2017 03:26 | bûtîmar

10. ji çar peyaman ne sisê, ji çar peyaman de her çar peyaman da jî behsa tenêtiya xwe dike ;)
Lê yê idî îro şûn da bêhnfireh be înşela : )

û melankolîyê hez dike erê, ji ber ku dike nake nikare herdû lingên xwe hev ra têxe tûrikê jiyanê..
pîyekî xwe dixê, yê dinê derva dimîne *



20.08.2017 23:34 | bûtîmar

6. tirşikvanekî nizam çakî ye. *
van rojan zehv dicemide û hewl daye ku li ser sermaya serhedê hekbestekî binvîsîne lê deh cara nivîsên xwe qelaştiyê û avêtiye.

û dêna xwe dayê ku ti kes di bin mijara navê wî de zûda tiştek nenvîsiye, bixwe bixwe vê mijarê de aniha peyam dinivîse.

ew jî nizane ku derdê wî çi ye *



31.01.2017 23:34 | bûtîmar

3. ev tirşikvan, silav û rêz û spasîyê xwe pêşkeşê we dike. serçav neêşin *

ji xwe zaten armanca wî ewe ku domdar be. ewî ven der gellek hez kirîye.

şiroveyên wî da peyvên herîmkî (serhedî) jî ji ber rengînîya serhedê ne *





01.04.2016 21:44 ~21:45 | bûtîmar