Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hola êzîda

profîla "hola êzîda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di îslamê de cariyetî] de;

37. mijareke ku mixabin, înkarkirina carietiya îslamî ji aliyê misilmanan ve min pir xemgîn dike. bila şaş nê fêmkirin, ez van kesan û kesên carietiya îslamî qebûl dikin û jî praktîkê de jî dikin, nakim yek. ew bi xwe carietî anku koletiya seksê red dikin. cûda bûn li vira ewe, ew dixwazin bi şîrovekirina çavkaniyên îslamî bidin zanîn ku cariyetî di îslamê de tuneye, tevî ewqas çavkanî û zelalbûn ku aqilekî hişyar û çavên vekirî bi tu awayî nikarin xwe şaş bikin. qey ew qeweta di dilê mirovan ku naxwaze rastiyan qebûl bike gelek caran ji hiş, aqil, guh û çav ku dikarin bi rastiyan bihesin gelekî bêtire.

her çawa gelek înkarkerên cariyetî bi xwe jî tecawizkirina cariyên kafir (wek jinên êzîdî di destên daeş de) xirab dibînin û nalet dikin, dîsa jî înkarkirinê wisa alîkarî dide ji bo van îslamistan û rê ber wan vedike ji bo dîlgirtin û tecawizkirina cariya. ji ber ku ew îslamîst bi ilm û çavkaniyên îslamî li hemberî wan înkarkeran biserdikevin. îslamîst bi vî awayî difikirn ku yên din îslamê hew fam nekirin. û pirsa ku cariyetî bê eleqeya dîn ve ji xwe bêexlaqî ye ji wan re ne girînge, ji bo wan tenê gotina xwedê girînge. û çavkaniyên îslamî (quran û sinne, her du jî) bi naverkoka xwe destek bêhtir dide wan û ne yên din.

di vira de meriv dikare hem ji quranê û hem jî di dîroka pêxember û sehabî gelek gelek mînak bidin, lê wek min fam kir, ew bê faydeye.

lê ez her tim dibêjim, divê însan mirovatiya di dilê xwe de winda neke gava gîmnastîka tefsîrê dike ("paşî: zilm li wan nekin, heger hûn dixwazin; bi wan re bizewicin, heger ji we hat pere bidin (zekat) wan, û wana azad bikin.")



24.01.2016 16:29 | hola êzîda

32. "Gotar derbarê kolekirina jinên êzîdiya şîroveya xwe ya şerietê li hemberî şîroveya ku dibêje dewrana koletî di îslamê de derbas bû, heq dike û ji bo vêya hedîseke ji berhemên Buxarî û Muslim dide: “Resûlê Xwedê […] got ku yek ji nîşanên wê seatê ew e ku ‘keça cariye [koleya jin] ji bo xwediyê xwe zayînek dide’ ”. Peyva “seat” di hedîs û quranê de tê wateya „roja qiyametê“. Di vê gotarê de behsa “mezintirîn şerê berî seatê” [ al-malhamah al-kubrā] tê kirin, Dewleta Îslamî di baweriya xwe de xwe niha ji bo vî şerî hazir dike: Li gorî hedîsan, rûm [anku mesîhî] dê werin Dabiq. Dabiq wareke li Suriya îroyîn e (kovar Dewleta Îslamî navê xwe jê digre), gorî hedîsan bi nêzîkbûna roja qiyametê (“seatê”) wê li Dabiq şerek mezin navbera ne-misilmanan û misilmanan biqewime û di dawiyê de şeriet bi ser dikeve. (ev îdeolojî bandoreke kişandinê dike û sebebeke ku çima bi deh hezaran mirov tevlî Dewleta Îslamî dibin). Di ilmê îslamê de ev şer wek nîşaneke nêzîkbûna roja qiyametê tê dîtin.



Niha argûmanta ji bo berdewamiya cariyetî di îslamê de wiha temam dibe: Eger li gor gotinên pêxemberê wan, zayîna ji cariyekê „nîşanek wê seatê“ (qiyametê) be, û „mezintirîn şerê berî seatê“ hîn di pêşeroja wan de be, cariyetî jî dê berî wê (anku niha) nikaribe tune be. Gotar di şîroveya xwe de li vira nasekine û hîn kûrtir diçe, tefsîr (anku şîrovekirinên quran û sunna) ên îbn Rajab, an-Nawawî û îbn Hejar (her sê di cihana îslamî de naskirî ne) derbarê hedîsa li jor, amaje û gotûbêj dike. Argûmana dawî ya wan ew e ku cariyetî di bin hukmê qanûnên “taxût” (anku ên ne-îslamî) hatiye rakirin, ji ber vê jî terikandina cariyetî naye qebûlkirin. Di dawiya gotarê de tê gotin ku “divê were bibîranîn ku kolekirina malbatên kafiran û birina jinên wan bo cariyetî xaleke şerietê ye ku bi awayekî qewî hatiye qebûlkirin.” Hêjayî gotinê ye ku ji ayetên quranê jî bi awayekî pir zelal destûriya cariyetî xuya dibe (4:3; 4:24; 23:6; 70;30)."



çavkanî: Here lînkê



22.01.2016 16:11 | hola êzîda

25. ronahî û derqamij (bnr: formata tirşikê)



23.06.2015 15:39 | hola êzîda

23. di quran, hedîs û sunna yê de ev 1400 sal in heye. piştî 1400 sal bi vê têorîyê û praktîkê, niha 2-3 werger derketine û dibêjin, maneya wê şaş hatiye famkirin. yanî lo gorî wan, ti eleqeya dîroka îslamê ya 1400 salî bi îslamê re tuneye, ji ber ku dîroka 1400 salî ne îslamiyeta raste (bnr: îslamiyeta rast ne ev e)



23.06.2015 15:14 | hola êzîda

21. (bnr: cariyetî di êzîdîtî de tune ye)



23.06.2015 15:06 | hola êzîda