Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hola êzîda

profîla "hola êzîda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ethnocentrism] de;

2. ji du peyvan pêk tê: 1) Ethno. Anku: Êtnîk, qewm, milet ... 2) Centrism. Anku: navend, navçe, orte, navîn ...

ethnocentrism têgehek psîkolojî ye, û ji bo nîgarkirina diyardeyeke tê bikaranîn: baweriya takekesekî ku tevgerîna wî û ya êtnîka ku ew jê ye, hergav baş, girîng, xwezayî an xweş be, û tevgerîna xerîban jî nebaş, hov, xirab an bêterbiyet be. Nîşanên koma xwe dike pîvan û tenê bi vê pîvanê komên din dinirxîne; koma xwe weke navenda cîhanê dibîne.

ethnocentrism dikare bihiîje asta şovenîzm, rasîzm û faşîzm. lê dikare tenê wek peşdadî an pêşbiriyar derkeve holê. Berovajiya ethnocentrism jî toleransa navkulturî ye, anku mirov xwe ji komên din çêtir nebîne û ji her çand, bawerî û nasname re rêz bigre.



18.06.2015 02:30 ~02:35 | hola êzîda