Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hola êzîda

profîla "hola êzîda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [georg wilhelm friedrich hegel] de;

1. fîlosofekî almanî ye. navê wî bi êzdikî wisa tê bilêvkirin: gêo(r)g vilhelm frîdxih hêgel



Bandora wî ewqas mezin e ku meriv dikare wî yek ji girîngtirîn fîlosofên dîrokê bibîne. ji felsefeya wî bi gelemperî 2 şax ji holê derketin: 1. Althegelianismus (hegelyanîzma kevn) an jî rechtshegelianismus (hegelyanîzma rastgir). Ev şax rastgir û muhafezekar bû û wek parastvanên nirx û îdeolojiya dewleta Preußen (beşek ji almanya ya berî 1871) dihatin naskirin.

Şaxa 2. jî: Junghegelianismus (hegelyanîzma teze) an jî linkshegelianismus (hegelyanîzma çepgir). Ev şax fikrên şoreşgerî diparast. ji nûnerên wan yê naskirî Karl Marx û Friedrich Engels In.

gelek balkêşe ku 2 şaxên dûrî heta dijî hev ji heman çavkaniya ilmî derketin holê: rastgirî û çepgirî. sedema vê jî ew e ku felsefeya Hegel gelekî abstrakte û ji ber vê jî cih dide ji bo şîroveyên berfireh Û cuda.

Nivîskarê vê peyamê li almanya ji dayik bûye û felsefeyên almanan bi zimanê wan xwendiye, herwisa jî Hegel. termînolojiek zor û abstraktbûnek bilind û konteksta sîstematîk ya kûr, têgihiştina hegel gelekî dijwar dike. Ez nikarim vêjim ku min ji 50% bêtir ji xwendina xwe ya hegel fêm kiriye. Lê mim fêm kir ku pirraniya kesên behsa hegel dikin, Xwe wek pisporê felsefeya hegel nîşan didin, tiştek jê fam nekirin. (bnr: eger tu jê fêm neke, xeber nede)





12.07.2015 20:52 | hola êzîda