Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ronahî

profîla "ronahî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elî herîrî] de;

7. Li gundê Herîra ku grêdayiyê şenzînanê ya hatiye dinyayê.(1424)Di medreseyên ku wê demê qenc bûn de perwerdehî dît. Yek ji helbest-vanên kurdî yê herî kevin e. Helbestên eî gelek hestiyar in. Helbestên xwe bi diyalekta kurmancî nivîsîye. Di warê zimên de gelek dewlemend e , lê dîwana wî winda ye.

Tevahya helbestên wî heta îro hebûne xwe nedimandine. Cara pêşî di berhemeke ku ji hêla Albert Sec ve hatiye weşandin de ji hel-bestên wî re cih hatiye dayîn. Hin helbestên wî yên destnivîs, ku ji hêla lêkolînerên rus ve hatine dîtin, li pirtukxaneye Saltikov/şerdîn in. Her wiha Di Pirtûka bi navê "Hozanêt Kurdî" a ku li Bexdayê hatiye weşandin de, sediq Bahadîn Amedî, cih daye çand helbestên Eli Herîrî.

Ji bo wî mirov dikare bibêje ku ew damezrênerê"Ekola Botanê" ye. Herîrî bandoreke pir kûr li med-rese û edebiyata kurd kiriye. Herîrî li gundê xwe jiyana xwe ji dest daye.(1495)



22.06.2015 17:38 | ronahî