Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêvî

profîla "hêvî "


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tepegöz] de;

1. Navê lehengekî di folklora tirka de ye. Di pirtuka dede korkut masalları di çîroka basat de derbas dibe. Dêweke, di orta ruyê wî de çavekî wî heye. Jì mirovan dur di şikeftekê de dijî. Ziyanê dide mirova. Pezê wan û carna wan bi xwe dixwe. Di dawiyê de ji hêla basat ve bi fen û futan tê kuştin.Yekî wisa di destana yunaniyan di odesyus de ji heye. Di wir de navê poliphemos e. Ji wî cureyê însana e kîklop dibêjin. Ev poliphemos kurê xwedayê bendê poseidon e. Neyse zêde dirêj nekim. Di salên hefteyî de folklornasekî tirk li bişêriyê waryanteke tepegöz ji nav kurda berhev dike û bi tirkî çap dike. Gelo kesên ji bişêriyê an jî ji sêrt ê û vê çîrokê dizanin hene. Em berhev bikin û jì tirka bistînin?



15.03.2017 23:11 ~2017.03.17 22:38 | hêvî