Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sloujouc

profîla "sloujouc"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hîdrojen] de;

1. elementa yekemîn di tabloya periyodîk de. di dendika(nucleus) xwe de protonek(hîdrojen-1) dihewîne lê hinek caran protonek û nutronek(hîdrojen-2) û carna jî protonek û du nutron(hîdrojen-3) dihewîne.

navê hîdrojen-1ê protiyûm, yê hîdrojen-2yê duteryûm û yê hîdrojen-3yê trîtyûm e. protiyûm, duteryûm û trîtyûm îzotopên vê elementê ne. zêdehiya wan 99.98% di forma protiyûmê de û 0.02% di forma duteryûmê de ye û herwiha formên protiyûm û duteryûm stabîl in lê forma trîtyûm ne stabîl e. an ku trîtyûm heta hetayê wekî trîtyûm namîne, 'emrê wî heye(nêzîkî 12 sal). piştî ku emrê trîtyûmê diqede, trîtyûm xwe diguherîne û nutronek ji dendika wî xwe dike protonek û elektronek. bi vî şeklê di dendika wî trîtyûmê de du proton û nutronek dimîne û lewma jî ew dibe helyûm. navê vê prosesê beta decay an jî beta emission e.

hatibû gotin ku di dendika xwe de tenê protonek dihewine û lewma jî xwediyê elektronek e û elektron konfigurasyona hîdrojenê 1s1 e.

û herwiha her kes dizane ava ku em dixwin h2o ye an ku molekuleke avê ji 2 atomên hîdrojenê û atomekî oksîjenê pêk tê. hîdrojena di avê de pirranî protiyûm e lê hinek duteryûm jî heye. eger av ji duteryûm û oksîjenê pêk bê an ku d2o be, ew av giran e û cemeda ava giran jî ji cemeda normal girantir e. di vê vîdeoyê de jî cemeda giran baştir tê fêm kirin. cemeda ku ewil tê avêtin ya sivik e û cemeda dî jî ya giran e.





û eger meriv agir bi hîdrojenê bixe av çê dibe. û lewma jî weke sotemenî(fuel) jî hevalê(?) xwezayê(eco-friendly) ye.



04.12.2017 02:25 ~02:31 | sloujouc