Tirşik - Profîl
tirşik-profîla helik orimiyo

profîla "helik orimiyo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurudo no hoshi] de;

2. Online bixwînin: Here lînkê



29.03.2020 22:16 ~22:17 | helik orimiyo

1. Kurudo no Hoshi (クルドの星 ),Stêra Kurdan .
Yoshikazu Yasuhiko mangayek çêkir, bi navê "Kurudo no Hoshi" ango Stêra Kurdan. A rastî Ii Japonyayê wê demê hebûna Kurdan baş nedihat zanîn, ji ber vê yekê manga baş nehat firotin. Lê, mirovên japonî bi nivîsîna vê mangayê bi hebûna kurdan hesiyan.

Xortê bi navê Jiro Manabe ku bavê wî profesorekî Japonî û diya wî keça serokeşîreke kurd e, ji bo naskirina kalikên xwe û dîtina dê û bavê yên windabûyî,dikeve dû şopa wan.

Mijara Mangayê Stêra Kurdan: Xortê bi navê Jiro Manabe ku bavê wî profesorekî japonî û diya wî keça serokeşîreke kurd e, ji bo naskirina kalikên xwe û dîtina dê û bavê windabûyî dikeve dû şopa wan.Li Stenbolê ew şervanê kurd Demiler destê hesin nas dike. Demiler gelekî hez ji wî dike û li nav eşîra xwe wî wekî peyreê xwe destnîşan dike. Jiro di destpêkê de naxwaze peyrewiye bipejirîne, lê paşê di qonaxa jiyana rojane de ku digel Demiler derbas dike, hêdî hêdî dibe xwediyê nasnava kurdî û teklîfa Demiler dipejirîne. Her wiha ew dibe şervanekî kurd û dikeve nava şerê li hemberî tirkan jî.
Çîrok bi gav bi gav dikeve dirûvêçîrokeke evînî û macerayê. Dilê Jiro dikeve keçeke kurd a bi navê Urma, mezin dibe û dest bi meşeke leşkerî ya dirêj dike; ji Stenbolê ta Hewlerê ji wir jî heta Agiriyê Mezin tên, ji wir jî diçin heta bazîdê. Ew li Bazîdê rastî bavê xwe tê, lê bavê wî bîrkor bûye. Jiro û bavê wî diçin çiyayê Agirî ku li diya wî bigerin. Di vê demê de hêzên rûsî û hêzên tirk di şer de ne. Diya wî jî laboratuareke azmûnên li ser laşên mirovan a rûsan (a li baregehekî nehênî) ye. Di şer de ew bavê xwe jî winda dike û biryar dide ku bibe şervanekî kurd î rastîn.

Karakter:
Jiro Manabe
Lila (リラ)
"Demiler" (デミレル Destê Hesîn) - Serokê Stêra Kurdan.Nave wî rast:Kasım
Lûk (ルーク)
Urma (ウルマ)
Irmak (ウルマク)
Miyata (ミヤタ)- rojnamevana Japon
Doktor Manabe (ドクター・マナベ) - bavê Jiro
Sali (サリ)- diya Jiro



29.03.2020 22:12 ~2020.04.11 16:47 | helik orimiyo