Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad517

profîla "azad517"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xelîla] de;

1. Xelîla :

Xelîla an ji Xelîlan (bi tirkî: Kılavuz) di nav gundên navçeya Kerboranê de gundê herî mezin e. Dîse di herêmê de yê ku bêhtir xwendevanên wê hene Xelîla ye. Dikeve başûrê rojhilata Kerboranê, ji Kerboran 8 km dûr e. Gundekî zehf bi navdar e.
Di sala 1994an de bû Şaredarî dûvre 2014 de ku Mêrdîn bû şaredara bajarê mezin gundê Xelîla bû taxek ji yên Kerboran.
Xelîla di perwerdehiya olî de berê bi navdar bû.
Xelîlî bi mirovatiya xwe ve jî bi nav û deng in.
Li gorî gotinên bav û kalan ê ku gund avakirine, navê wî Xelîl e. Ew jî kurê Ereb e. Bavikê Xelîla jî evin: Budaxkî, Aydokî, Şêlîlkî, Aslankî, Sînkî, Hûrikî û Mehmedereşkî di nav van bavikan de yê herî mezin Budaxkî ne.
Di wextê berê de gelek xwendavan jê rabûne, mela û alimên wê li gelek deran belav bûne.

Gund ev sê serdem in ku bi şaredarî ye. Riyên wê asfalt in.

Hêjmara gund li gor îstastîkan bi salan wisa ye
Sal 1990: 2605 in
Sal 2010: 2420 in
Sal 2018: 2284 in
Sal 2019: 2229 in

Navdarên gund
Melê Ahmed - Yek ji Serokên Şaredariya Kerboran. Ji gundê Xelîla ye.

Şêx Momina Mirada
Mele Sîracê Xelîlî
Mela Nezîr
Orhan Doğan

Çavkanî: Here lînkê https://twitter.com/azadkerboran/status/1258307879787995138?s=21)



12.05.2020 19:34 ~2020.05.14 00:50 | azad517