Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biaqila malê

profîla "biaqila malê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îddîaya şehîd ketina fehman hûseyîn(bahoz erdal)] de;


15. Îddiaya ku dîsa wekî her carê bi heman awayî hatiye derew kirin. Qey Fermandar Bahoz li benda daxûyaniya mirina xwe bû ji bo êrîşê doh daxûyanî îro êrîş * An jî dilê Pkk xwestiye lîstikek bilîze ma nabe ? Biraqe dev ji derew merewan berdin. Heta em vîdeoyek nebînin em nebêjin " aha fermandar bahoz dijî " tiştên mayî derew in. Pejna wî hê jî nayê. Çima vîdeoyek ji êrîşê parve nekirin gelo ? Him wê bandora henekê wan jî zedetir biba. Ev hezar car e dibêjin Bahoz miriye. Ku nemiri be tu çima nadi peyitandin ? " Bahoz Erdal li filan derê êrîş kir , Bahoz Erdal nizanim çend leşker kuşt " Yaw he he tamam.



10.07.2016 21:18 ~21:26 | biaqila malê

12. Ku derew be rastî çima nayê peyitandin ? Sal du hezar û sêzdeh zilamekî wisa nivîsandiye Here lînkê

Sal du hezar û şanzdeh zilamekî din wisa nivîsandiye Here lînkê

Ez ê bêjim biraqe gelê kurd ji pkk rê bipirse " kanî bahoz erdal ? ". Lê îradeyek wisa di nav me de tuneye mixabin. Ku hebiya em îro ne di vî halî de bûn.



10.07.2016 17:46 ~17:49 | biaqila malê

7. Bi min îddiayek rast e. Lê ne ji aliyê dewletê. Ji aliyê Pkk yê. Ev çend zemane ne ne wêneyek ne vîdeoyek tenê daxûyaniyên derewîn. Bi rastî jî ka Bahoz Erdal ?



10.07.2016 00:37 | biaqila malê