Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biaqila malê

profîla "biaqila malê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lêxistina derziyan ya li malê] de;

1. Tiştê ku derdora min gelek caran ji min dixwazin û ez êdî bi rastî jî zahf aciz dibim. Merivên me , cîranên me û heta kesên li taxa me rûdinin û ez wan nasnakim wexta dişixulim jî li benda min disekinin ji bo neçin nexweşxaneyê. Ez jî gelek caran dilê min bi wan dişewite û nikarim bêjim "na" çimkî taxa me ji nexweşxaneyê gelekî dûr e û otobîza navbajêr jî tuneye. Carna yên em nêzikî hev du ne nîvê şevê telefon dikin dibêjin "derziya me lêxe" filan bêvan zahf diqeherim. Tew dixwazin tu li benda wan û seeta derziya wan bisekine ji malê jî dernekeve tabî ez guh nadim. Heta îro di vî mijarî de tiştek nehatiye serê min lê em nikarin bêjin wê tu carî nê. Ser de jî ji îhtîmalên allerjî , anaflaksî û hwd ditirsim. Ji xwe ez tu carî derziyên zarokên biçûk li malê naxim lê min biryar dayî ez ê bi temamî dev ji vî tiştî berdim.



01.12.2019 15:00 | biaqila malê