Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwendina beşa bijişkiyê] de;

3. birêz cînorek, hem xwendina bijîşkiyê gelek zehmet e hem jiyana doktoriyê. lê gelek pereyan qezenc dikin, ew rast e. wê bi xebateke zêde jiyaneke bi konfor bi dest bixe. ew li aliyekî. boğaziçi elektrîk elektronîk dinyayeke gelek cuda ye. zanîngeha boğaziçiyê bi xwe zanîngehek gelek baş e, li hember êrîşan em dikarin bêjin hê jî xwe diparêze. ew ê îngîlîziyeke baş hîn bibe. xwendina wê jî zehmet e lê ez dibêm ne bi qasî bijîşkiyê. dikare siberojê derkeve derveyî tirkiyeyê jî û li vir li şîrket mîrketan jî karên baş bibîne. bi daxwaza birayê te maye, temamen li gor şexsiyet û armancên xwe bila riya xwe diyar bike. lê bi her awayî serkeftî ye, pîroz dikim.

nîşe: li boğaziçiyê komên xwendekarên kurd jî xurt in. heke çû wir bila bigihîje wan, dê xwedî lê derkevin. *

(bnr: kûluba edebiyatê, komîsyona edebiyata kurdî ya zanîngeha boğaziçiyê)



05.08.2018 21:24 | roza