1. Îro li balafirgeha Stenbolê ciwanek kurd ê bi navê Îbrahîm layik xwe kuşt. Mêrik ewlekar bûye li balafirgehê û xwe ji qata jor avêtiye xwarê. Beriya ku xwe bikuje li înstagramê wêneyê xwe yê bi girî parve kiriye û gotiye ji ber ku ez kurd im gelek neheqî li min hatiye kirin, hêvî dikim bi vê kirina min dawî li van neheqiyan were. Parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlioğlu jî li ser Twitterê da zanîn ku Îbrahîm daxwaza têkiliyekê li keçikek tirk kiriye lê keçikê jê re gotiye "ez bi kurdekî re nabim dergistî." Ji ber wî mêrik xwe kuştiye. |
|
18.06.2019 22:00 |
roza
|