Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîr bedirxan] de;

7. Mîr Bedirxanê mîrê botan rojek bo hîn sedeman hatiye gundê îlozê ya êlihê ku nêzî kercewsê ye.

Li îlozê ehmed beg heye wê demê. Ehmed beg gelek zengîn e û xwediye gelek axê ye. Ji îlozê heta heskîfê gelek berecot ax ê ehmed begî bû. Îlozê hê jî hema bêje temamî ê wan e. Kesayetekî jîr û zana ye. Nexwendiye lê ewqas danûstandin û begî û birêveberî wî perwerde kiriye. Kitêb û xwendin nizanê lê hesab û birêveberî ji kesên unîversîte xwendîbaştir dizanê. Hem ji aliyê aborî hem jî yên din ve kesek têra xwe bihêz û bibandor e.

Mîr Bedirxan li mala ehmed beg dimîne. Ehmed beg wan gelek xweşik dihewîne. Bi rêz û giranî û bi hezkirin mêvan dike.

Di demê mêvantiyê de kêliyek mîr bedirxan dibake ehmed beg. Ehmed beg tê ba mîr bedirxan. Dibêje fermo kerem bikin mîrê min.

Mîr bedirxan jê pirs dike dibêje di nav we de mêr hene?
Ehmed beg dibersivîne dibêje heye mîrê min. Çend mêr ji me hene bihêz û jêhatîne. Destê wan çek digre. Ku tifing û xencerên xwe hildigirin ji wan her yek wekî artêşekî ne. Çend mêr dixwazê mîrê min?

Mîr bedirxanê mîrê botan dibêje na ehmed beg na!

Mêr ew kes in ku pirsgirêkan çareser dikin, navbeynkar in, gelemşeyan ji navê dirakin, pêkhêner in, cihêtiyan ji holê dirakin, yekîtî û beramberîtiyê peyde dikin e. û dema bihêzbûnê de jî lêborîner û dilnerm in.

Pê re mêvantî kengî bi dawî dibe kar tewaw dibe mîr bedirxan vedigere cîzîra botan.

Rûdanek halo xweş çêdibe.



15.01.2020 17:10 ~17:11 | rûbar