Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serkeftina pîrus] de;

2. Serkeftina pîrûs ji aliyên ku erîş dike, windahiyên mezin dibîne û dide, wek encam serbikeve re tê gotin. Hilsengandinên bi vê awayî ji bo aliyên duçarî erîşê dibe re lêhatî niye. Çunke bi neçarî dikevin nava şer. Ewan ser jî bikevin, têk jî biçin bi vê navê re nayên binavkirin.

Ya herî rast li hemberê dagirkeran him êrîş him jî berevaniya welat di her encamê de tevde serkeftine. Berevajî êrîşên mêtingehkar û dagirker gişt windahî ye. Dagirkerî û mêtingehkarî her çiqas bidestxistina hindek berjewendiyan pêşkêşî sepînerên xwe jî dike nikare herûher dom bibe. Evan hemû îmtîhan e û bi dorê ye.

Pîvanga serketinê di her rewşê de di çarçoveya rastî, dirustî û mafdarî de û bi awayekî hatina domandina van rêgezan tevgerîn û çalakî kirin e. Berevajiya vê jî binketin e. Ji bo herdukan jî ê girîng ev e, ne encam e.



23.01.2017 05:47 | rûbar