Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [demagojî] de;

1. Demagoji; bi daxwazên gel re, pêşdarazî û tirsên gel re têkildar siyaset gerandin û gerîna piştevaniyê ye. Bi yewnaniya kevn ji pevgihiştina peyvên demos(gel) û agogos(pêşawatî kirin) re piraştiye. Bi gelemperî rewanbejiyeke raserîn û behreya bangeşe kirinê divêtîne. Bi piranî wek olperestî, netewperistî, çepgirî, rastgirî bikaranîna têgihên gelêr û bi kedxwarî kirina dilsoziya wan tê çêkirin.

Bi han dana û bi livandina hestên kesekî yan jî civatekî, ji wî re an ji wan re bi gotinê tiştên dervî rastî re ji bo armanca wî an jî wan ber aliyê xwe ve kişandinê xebat kirin.

cambaziya gotinan. Siyaseta bi propagandaya derew. Siyaseta popûlîst(siyaseta gelkî).

Jêderkê demagojiyê digihe şaristaniyên yewnana kevn û roma yê. Kesên demagojiyê dikin re demagog tê gotin. Li yewnanistana kevn ji bo serokên gel re demagog hatiye gotin.

Li gorî min, gotinên ku tenê di gotinê de dimînin e. Gotinên wurşedar û derew. Belên danên mezin yên ku bêgengaz e werê bi cîh anîn. Kar pê kirina gotinên derew û wurşedar re nepixandina hestên mirovan ku ewana bikişînin ber aliyê xwe ve. Siyaset. Propaganda.



16.12.2017 13:32 | rûbar