Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roberz

profîla "roberz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cristmas] de;

1. roja cejna xaçparêza ye ku li gor baweriya xwe jidayîkbûna îsayê mesih pîroz dikin. Ev roj jî 25ê meha kanûna pêşîn e. serê sibehê xaçparêz berê xwe didine dêrê û vedigerin mala malbata xwe, exleb jî li mala mezinê xwe kom dibin. vê rojê weke çandeke rûniştî hemû malbat têne cem hev û elelok çêdikin û dixwin. jiyana rojane radiweste û hemû dikan, market û hwd. tên girtin. wesaît û metro û wesaîtên ragihandinê ev roj naxebitin.taybetî ji bo vê rojê diyarî tên sitendin û gelek kes ji ber ku ev hefte ,bi fermî hefteya betaliyê ye, diçin betlaneya xwe li cihên cuda derbas dikin. li gorî hin çavkaniyan îsa 6ê kanûna paşîn hatiye dinyayê lê belê dîsa li gor hin agahiyan ev carîedeteke romayiyan e û heya roja îro dewam dike.



03.01.2020 19:11 | roberz