Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roberz

profîla "roberz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêr hene bê qewil û bê qirar in jin hene parsûxwar in] de;

1. di gelek kilaman de peyva parsûxwarê derbas dibû. her çi qas min ji gelek dengbêjan jî pirs kir ti kesî bersiva min nede bi çend gotinan xwe ji meselê xilas kirin lê tu çarî dilê min rihet nebû. lê her tim difikirîm gelo ku mêr bê qewil û bê qirar be li hemberî vî jin parsûxwar be wateya vê peyvê çi ye gelo? belkî di nav me de gelek kes wateya vê peyvê dizanin jî lê qasî ku min li ferhengan nihêrî û pirs kir ti bersiv ji wan bi dest nexist. îro di ferhenga micheal chyet de rastî vê gotinê hatim. mamê chyet parsûxwarê bi îngilîzî bi van peyvan vedibêje;

1) meek, powerless, easily dominated
2) insecure, unsure of oneself
3) insincere, false, fickle

bi gelemperî mamê chyet dixwaze bêje parsûxwar ji bo kesên ne samîmî û şexsiyetên qels tê bikaranîn.



02.04.2020 19:43 ~2020.04.15 03:47 | roberz