Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roberz

profîla "roberz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ezmûna kurmancî ya zanîngeha artûklûyê ya 2021an] de;

1. ezmûn, 24ê tebaxê seat 11an de li fakulteya wêjeyê ya zanîngeha artûklûyê hat kirin. cara ewil ez ketim vê ezmûnê. ezmûn ji 40 pirsan pêk dihat. nîvê van pirsan ji rêziman û wergerê bûn, nîvê din jî di derbarê folklor, wêje û dîroka wêjeyê de bûn.

li gor gotinan îsal ezmûn hêsantir bû. bi rastî jî hevokên wergerê kurt û zelal bûn. pirsên din jî pirsên rasterast girêdayê zanînê bûn. nêzî 120 kesan serî lê dabû. 38 kesan ezmûnê derbas kirin û 30 kes wek esîl 8 kesên din jî wek cîgir di lîsteya serkeftinê de cih girtin.

kêfa min jî gelek ji ezmûnê re hat, herî pirsa bi min balkêş û kêfxweşiyê da min pirsa ''navê hespê ristemê zal çi ye?'' bû.



01.09.2021 21:00 | roberz