Tirşik - Profîl
tirşik-profîla heyf

profîla "heyf"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [destpêka edebiyata kurdî] de;

1. Pirtûka mehmed uzun e. Cara ewil sala 1992'ê hate çapkirin. Ji ithaki derket. Mehmed uzun dîroka edebiyata kurdî vedibêje. ji berhemên ewil heta çaxa me behs dike. pirtûk kurt e. ne ji bo lêkolîneran re hate nivîsandin, pirtûka destpêkê ye. Bo hemû kurdan û kesên ku bi edebiyata kurdî eleqedar in re hate nivîsandin. Destpêkeke baş e.

Çar beşên wê beşên gelemperî ne, nivîskar behsa edebiyatê dike:
1)edebiyata kurdî: têkoşîna man û nemanê
2)zimanê kurdî û zehmetiyên li berê
3)edebiyata devkî ya kurdî, destpêka edebiyata nivîskî û pexşan
4)edebiyata nûjen a kurdî

Sê beşên wê jî li ser perçeyên kurdistan û edebiyatên wan in:
5)edebiyata kurdî li kurdistana Iraq û Îranê
6)edebiyata kurdî li yekîtiya sovyetê
7)edebiyata kurdî li kurdistana tirkiye û sûriyê

nivîskar ne tenê ji edebiyatê vêdibeje, ji dîroka kurd û edebiyatê jî behs dike. Berhema gellek rind e.



27.12.2016 16:22 ~16:23 | heyf