Tirşik - Profîl
tirşik-profîla heyf

profîla "heyf"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sa'dî şîrazî] de;

4. Navê wî yê rast Se'dî ê Şîrazî ye. Helbestvanekî mezin ê faris e. Di edebiyata farisî de cih û qîmeta wî bilind e. Bostan û Gulistan du berhemên bêmîsal ên wî ne.

Di edebiyatên klasîk ên kurdî û tirkî de tesîra wî pirr e. Nêzî hemû helbestvanên piştî wî li ebebiyatên klasik ên Rojhilata Navîn di bin tesîra Se'dî (û Hafizê Şîrazî) ne.

Beyteke wî ya gellek navdar û bêhempa ev e:
"Be-derya der menafî' bî-şomar est
We ger xwahî selamet der-kenar est."

Bi kurdî:
"Di deryayê de menfaat bêhesab in, bêjimar in.
Lê eger tu daxwazî silametê, li kersaxê bimîne, li kenarê bimîne."



25.12.2016 22:49 ~2016.12.26 03:27 | heyf