Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nestêle

profîla "nestêle"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [blablacar] de;

1. Fîrmayeka di sala 2006 an de li Parîsa Fransayê li ser fikra bi hev re çûyîna rêya hatiye avakirin. Bi teybetî li Ewrupayê berbelave.
Gava mirov wek xwedî erebe rêyek here dikarî bi rêya blablacarê ji bo cihên vala ji xwe re rêwiyan bistîne û tu nebê hekê mazotê ji wan derxe.
Bi taybetî wan rojên ku gelek kes dikeve ser rêya û bilêtên otobûs û teyarê giran û peydakirina wan zehmet dibe, derfetek gelek başe. Gelek carna xêrxwaz hekê bilêtên xwe erzan datînin.
Çûyîna rêya li gora otobûsan rehettir û leztir e. Carna di erebeyê da civatên xweş jî tên danîn ku mirov lê nahese rê çawa xilas bû. Carna bi serpêhatiyên eletewş jî dikare tûrikê mirov tijî bike.



23.12.2019 01:13 | nestêle